Têkilî | Derheqê me de

Mamosteyên Tirbespiyê 2. Konfransa xwe lidar xistin

Yekîtiya Mamosteyan a Tirbespiyê di bin durişmeya “Mamoste riya nifşên nû ronî dikin” de duyemîn konferansa xwe li dar xist. ̍

‘ Mizginiya rizgarkirina Kobanê nêz e’

Fermandarê Yekîneyên Parastan Gel (YPG) Heqî Kobanê diyar kir hemleya paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê berdewam e û got ku YPG’ê gelek noqteyên stratîjik bi dest xistin. Kobanê destnîşan kir ku çete li ber pêşketinên wan tevlîhev bûne.

Lehengên Şoreşê

Şervanê YPG’ê têkoşer Mihemed Baz ku xwedî vîneke xurt, rihekî fîdekar, berxwedêr û berpirsiyariyeke mezin bû, ji bo rûmeta gelê xwe biparêze, cihê xwe de nava refên YPG’ê de girt. Di 27’ê tîrmeha 2013’an de di berxwedana li dijî çeteyan de bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.

Ji Suryaniyan bersiva nameya Ocalan

Partiya Yekîtiya Suryaniyan bersiv da nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 12’ê çileya 2015’an de ji gelên Suryanî, Asûrî û Keldan re şandibû. Di bersivê de hate gotin: “Nameya birêz Ocalan gelekî bi nirx e. Partiya Yekîtiya Suryaniyan, bi hevkariya di navbera gelan de bawer e. Li ser bingehên wekheviyê, qebûlkirinê û armancên Netewa Demokratîk bi avakirina civakeke azad a wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bawer dike.”

‘Akademiya Star zihniyata baviksalariyê parçe dike’

Rêvebera Akademiya Star a Ramanê ya herêma Cizîrê Ayhan Xelîl diyar kir ku armanca wan a sereke ji vekirina akademiyên jinan ew e ku jinan ji sîstema baviksalariyê rizgar bikin û got: “Akademiya me heta niha 40 dewreyên perwerdeyê pêk anîne û bandoreke erênî li ser civakê çêkiriye.”

Têkoşer Rustem ji aliyê Hezaran ve hate oxirkirin

HESEKÊ – Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Rustem Hesekê bi merasîmeke girseyî li pekrewangeha Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê spartin axê.       Şervanê YPG’ê Nûredîn Hemo (Rustem Hesekê ) ku di berxwedana Hesekê  ya li dijî rêjîma Baas de birîndar bibû, di 19’çeleyê de ji ber birîna xwe jiyanan xwe ji dest da. Bi armanca oxirkirina cenazeyê Şervanê YPG’ê Rustem Hesekê bi hezaran welatî li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê kom bûn û bi karwanekî ji sedan tirimpêlan ber bi goristana Şehîdan a li gundê Dawîdiyê ve çûn. Li goristanê merasîmek hate lidarxistin, merasîm bi deqeyke rêzgirtinê û tûraneke leşkerî û avêtina 21 guleyan ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve dest pê kir. Di merasîmê de gelek axaftina hatin kirin, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Mihemde Dawê, li ser navê Tevgera Civaka Demoratîk (TEV-DEM) Nûjan Hesen, li ser navê YPG’ê Şerîf Hemo,  li ser navê Pêkhateya Suryan Ebdulehed  Heno, li ser navê Yekîtiya Star Mizgîn Seydo, li ser navê Meclîsa Şêwirmendiyê ya Pêkhateyên bajarê Hesekê Ebdulletîf El-Zewbei, li ser navê Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê Sema Azadî, li ser navê êla Şamer a pêkhateyên Ereb Ehmed El-Şûmerî û  li ser navê Parstiya […]

Gundek, 3 kanton û 5 cangorî

Gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê, bi cihgirtina di nava di nava şoreşê de balê dikşîne. Li gundê ku gelek ciwan tevlî şoreşê bûne û li 3 kantonan têkoşînê dimeşînin, di nava salekê de 5 ciwan gihîştin asta şehadetê.

YPG li rojhilat û rojavayê Kobanê pêş dikeve

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan şevêdin li eniya rojhilat û rojava çalakiyên bi bandor lidar xistine û di encamê de taxek, herêma sinaî, 2 cadde û gundek rizgar kirine û 25 çete jî hatine kuştin. Navendê diyar kir ku 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Li Til Hemîs jî çeteyek hate kuştin.

 Berdevkê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan ji ANHA’yê re axivîbû

Berdevkê Yekînên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Berxwedan Tolhildan ku duh (23 çile) di operasyona rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da, di roja 3’yemîn a operasyonê ku di 18’ê kanûna 2014’an de hatibû destpêkirin de, ji ANHA’yê re axivîbû û gotibû, “Em ê tola xaka Êzdîxan bigirin”.

300 şagirtan bawarnameyên ziman wergirtin

SERÊKANIYÊ/DÊRIK – Piştî bi dawîkirina perwerdeya ku 3 mehan dom kir, Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) di du şahiyên cuda de 300 bawarname li bajarên Serêkaniyê û Dêrikê li şagirtên asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn belav kirin.    Serêkaniyê Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) bi şahiyeke li Navenda Çand û Hunerê  a Waşokanî bi beşdariya sedan şagirt û malbatên wan 150 bawarnameyên zimanê Kurdî li şagirtên asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn belav kirin. Şahiyê bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştre Endamê TZP’ê ya Serêkaniyê Mihemd Haco serkeftinên ezmûnên zimanê kurdî li şagirt û mamosteyan pîroz kir û hêviya pêşketin û belavkirina zimanê Kurdî ji wan re xwast. Di şahiyê de Endama Yekîtiya Star ya Serêkaniyê Sûriye Mihemed  kêfxweşiya xwe bi dawîkirina perwerdeyê anî ziman û got: “Em gelekî kêfxfweş in ku em îro fêrî zimanê xwe yê dayîk dibim û bawarnameya zimanê kurdî werdigirin.  Ev yek jî bi saya xwîna tekoşerên ku di dîrokê de ziman kurdî ji nifîan re parastine hatiye.” Piştre helbestên li ser zimanê Kurdî hatin xwandin û koma şehîd Welat stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Piştre TZP’ê 150 bawarname li şagirtên her sê astan belav kir. Şahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû. […]

‘Malbata min YPG’ê ye’

Şervanên YPG’ê yê bi navê Şervan Emrîka diyar kir ku ji ber ku hêzên YPG’ê parastina hemû pêkhateyan bê cudahî dike ew tevlî nava refên YPG’ê bûye. Şervan got ku şervanên YPG’ê ji bo azadiya hemû gelên herêmê têdikoşin û got: “Malbata min YPG’ê ye.”

Hevpeyvîn

WÊNE GALERÎ

‘Kobanê ax û rûmeta min e’

Dîmen

POLÎTÎKA

JIN

CIVAK Û JIYAN

ÇAND Û HUNER

 
RUHA-CALAKIYA-SINOR-ROJA-133

Berxwedana Kobanê bi xelekên mirovahî tê silavkirin

 

Bi sedan welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê hatin cem hev zincîra mirovahiyê pêk anîn û berxwedana dîrokî ya Kobanê ya 132 rojan silav kirin.

EFRIN-MOBETA-CINDIRES-SEREWA-KOMININ-JIN-2

Jinên Efrînê komînên xwe ava dikin

 

Li Kantona Efrînê di bin diruşmeya “Komîn rêbaza jiyanê ye û komîn li her derê ye.” di civînên cuda de, sê komînên jinan hatin avakirin.

SRK-DAWIBUNA-DEWIREYA-SEHID-SIMAYIL-MORO-1

Endamên Komîn û meclîsan tên perwedekirin

 

Akademiya Şehîd Rûstem Cûdî ya Perwede û Ramanên Azad li bajarê Serêkaniyê dewreya perwerdeyê ya endamên komîn û meclîsan, bi dawî kir.

NÛÇE